DAIŞʹê di Reqqa de sivîlan dikin mertal

REQQA – Welatî di malên wan de esîr kirin, rê ne dan wan ku herin û werin, nikarin biaxivin. Ji çeteyan ditirsin, ji her tiştî ditirsin, ev aliyek ji jiyana welatiyên Reqqa yên ji aliyê çeteyan ve di bajar de hatine çemberkirin.

 

 

Çeteyên DAIŞʹê hemû welatiyên taxên Diriye, Yermûk û Hitîn ên rojavayê Reqqa birin nîvê bajarê Reqqa da ku wan wekî mertalên zindî ji bo parstina xwe bi kar bînin.

REQQA-CIROKEN-KOCBERAN ‫(181600769)‬ ‫‬ REQQA-CIROKEN-KOCBERAN ‫(1)‬ ‫‬

Hin ji malbatan bi dizî ji çeteyan xilas bûn, xwe gihandin şervanan.  malbatên xwe ji çeteyan rizgarkirin, malbata dayîka bi navê Elya bû. Dayîk Elya bi 4 keçên xwe û hevjînê xwe ve piştî ku çeteyan ew ji taxa Deriyê ya rojavayê taxa Deriyê birin nîvê bajarê Reqqa.

Dayîka Elya ya 41 salî destnîşan kir hevjînê wê di nava lêgerînê de bû ku ji herêmê derbikevin, lê çeteyan hemû belgeyên wan ji beriya 10 rojan ve biribûn û ew birin di çembera çeteyan de.

REQQA-CIROKEN-KOCBERAN ‫(181600771)‬ ‫‬ REQQA-CIROKEN-KOCBERAN ‫(181600770)‬ ‫‬

Li ser çawaniya derketina wan ji taxê dayîk Elya wiha got: ʺHevjînê min bi dizî ji taxê derket, dema çû şervanekî QSDʹê dît û ji wan re got ku ew di çemberê de ne û dixwazin ji taxê derkevin. Bi lez şervanan alîkariya wan kirin û ez û 4 keçên min derxistin û em gihandin herêmên bi ewle.ʺ

Dayîka Elya destnîşan kir ku wan dizanî ku hêzên QSDʹê di wê demê de nêzî wan bûn, lê  cihê wan tam ne dizanî.

Elya ji şêniyên Helebê ye û piştî şerê di Helebê de beriya 4 salan hatibû Reqqa.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …