Li Reqayê şer giran e, 17 çete hatin kuştin

REQA – Di şerên giran ku li navenda Reqayê de dewam dike de,  17 çeteyên DAIŞ`ê  hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome. Li derdora nexweşxaneya Wetenî, çerxereya Neîm û goristana bajar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan dixin.

Çeteyan li nêzî goristana bajêr hewl dan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî şervanan bikin. Lê beriya ku her du wesayît bighêjin armaca xwe, ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.

Di şerê li derdora goristana bajêr de 17 çete hatin kuştin û hêjmarek zêde ji çekên çeteyan ketin destên şervanan.

Her wiha di şerê li vê derê de 2 şervan jî şehîd bûn.

Şer bi dijwarî berdewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …