DÊRAZOR – Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD`ê îro 10 hezar sivîlên Dêrazorê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe berdewam dike. şervanên QSD’ê roj bi roj bi pêşve diçin û gund û mezreyên bejahiya Dêrazorê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin.
Di çarçoveya rizgarkirina sivîlan de, şervanên QSD`ê îro 10 hezar sivîlên Dêrazorê ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ û balafirên Rejîma Sûriyê û Rûsya dev ji warên xwe ber dabûn, rizgar kirin.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ