QSD`ê 40 sivîlên din ên Reqayê rizgar kir

REQA – Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 40 sivîlên din ji bajarê Reqayê ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.RIQA-REIZGRKIRNA SEVILA (1)

Hemleya Rizgarkirina Reqayê ku di rojên xwe yên dawî de dewam dike, rojan e tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê bi sedan sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, dikin. Di vê çarçoveyê de, ji taxa Berîd a Reqayê 40 sivîlên din ji aliyê tîmên  taybet ên rizgarkirina sivîlan ve hatin rizgarkirin.

Sivîlên ku hatin rizgarkirin di nav wan de birîndar hene, şervanan sivîlên birîndar derbasî noqteyên tenduristî kirin û sivîlên din jî derbasî cihên bi ewle kirin.

Di heman demê de, zarokeke biçûk ku temenê wê 14 salî ye, lê bi darê zorê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye zewicandin û zarokekî wê çêbûye,  di nava wan sivîlan de hate rizgarkirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …