Li gundên Efrînê şer giran e, artêşa dagirker derbe dixwe

 EFRÎN – Li derdora gundên Bilbilê û Şiyê şerên giran rû didin. Ji aliyekî din ve jî  artêşa dagirker gundên herêma Raco topbaran dike.

Çavkaniyên  ji herêmê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundê Ceqela û Emra yên girêdayî herêma Raco topbaran dike. Her wiha artêşa dagirker gundê Şêx Xoriz û Zera yên Bilbilê topbaran dike. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku li gundên navborî bi hezaran sivîl têde dijîn.

Şervanên QSD`ê jî yekser bersiv dan û li gundên navborî car bi caran şer rû dide.

Ji aliyekî din ve jî, Çavkaniyan  ji Efrînê raghandin ku li derdora gundên Baliya û Kirdo yên navçeya  Bilbilê  şerên giran di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker de rû didin.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide derbasî gundê Xelîl ê girêdayî  navçeya Şiyê bibe, lê şervanên QSD`ê derbeyê giran li wan didin û di van kêliyan de şerên giran diqewimin.

Her wiha Çavkaniyan  dane zanîn ku balafirên keşfê jî li ser esmanê herêma Efrînê digerin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …