EFRÎN – Welatiyên kantona Efrînê wê îro şehîdên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker oxir bikin.
Şêniyên Efrînê ji bo oxirkirina 12 sivîl û 2 şervanên YPG’ê yên di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn, merasîmeke bi heybet lidar bixin.
Li Efrînê ev sê roj in êrîşên dagirkeriyê dewam dikin.
Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de, di rojan de 17 sivîl şehîd bûn û 27 sivîl jî birîndar bûn. Sivîlên ku şehîd bûne, gelek ji wan zarok in.