EFRÎN – Şervanên QSD`ê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin û du tangên wan li navçeya Raco rûxandin.
Çavkaniyên ji Efrînê raghandin ku li gundê Kevrê Ker û gundê Şadiya yên navçeya Raco ya kantona Efrînê şerên giran di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker de rû didin.
Di encama şerê giran ku heta niha dewam dike de, şervanên QSD`ê tangeke artêşa dagirker li gundê Kevrê ker û tangeke din li gundê Şadiya rûxandin.
Her wiha di şerên giran de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.
Şerên giran rû didin.