Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê ên Herêma Başûrê Kurdistana li bajarê Sûrê ê bakurê Dêra Zorê operasiyonek ewlehiyê ji bo jinavbirina şaneyên terorîst ên Daişê pêk anîn

Di operasyonê de hêzên hevbeş 2 çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞê girtin ku tiliya wan di kuştin û êrişan de li dijî hêzên leşkerî û ruspiyên li herêmê de hebû, her wiha ji bo revandin û veguhestina çeteyan li heremê dixebtîn.

Di operasyonê de miqdarek çek, cebxane û alavên têkeliyan hatin desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

09 Gulan 2023

Check Also

Agahiyên Derbarê Armancgirtina Fermandarê Giştî Ne Rast In

Hemû Nûçeyên ku idia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê …