Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re

Îro (5ê Gulanê 2023) beriya nîvro di seet 10:00 an de, balafirekî bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker êrişê gundê Qeyrewan ya Til Hemisê kir. Di vê êrişê de hêzên ku ewlehiya Qampa Holê digirtin hat hedef kirin. Di encama vê êrişê de 2 şervanên me şehîd ketin. Artêşa Tirk a dagirker berê jî êrişê hêzên ku ewlehiya Qampa Holê digirtin, kiribû. Bi van êrişan ve armanc ev e ku, ji bo xwe ji nû ve rêxistinkirina DAIŞê zemîn were ava kirin. Di derheqê bûyerê de agahiyên din û nasnameyên herdu şehîdan di demên pêş de bi raya giştî re werin parvekirin. 
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
5ê Gulanê 2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …