Li Minbicê Di Encama Bombebarana Balafireke Tirk De Welatiyekî Jiyana Xwe Ji Dest Da

Welatiyê sivîl ê bi navê Ebdulwehab El-Mihemed El-Hac Hemîdî di encama bombebarana firokeyên bêmirov ên artêşa Tirkiyê li ser otomobîleke sivîlan li gundê El-Xarufiye yê gundewarê başûrê bajarê Minbicê jiyana xwe ji dest da.
Îro Pêncşemê saet 18:30’an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker bombe li otomobîleke sivîlan barand û di encamê de welatiyê sivîl Ebdulwehab El-Hac Hemîdî yê ji gundê Xarûfiyê birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê û ji ber birînên wî giran bû jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê
18 Gulan 2023

Check Also

Agahiyên Derbarê Armancgirtina Fermandarê Giştî Ne Rast In

Hemû Nûçeyên ku idia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê …