DÊRAZOR – Li Muhata Cafer a tirênê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIS’ê de şerên giran didomin. Rejîma Sûriyê di van kêliyan de bi tankên xwe piştgirî dide DAIŞ û noqteyên QSD`ê li Muhata Cafer topbaran dike.
Çeteyên DAIS’ê ku ji şeva din heta niha ev sê carin êrîşî noqtayên QSD`ê yên Muhata Cefar a tirênan dike, Rejîma Sûriyê jî ji bo piştgiriya DAIŞ`ê bi tankan noqteyên şervanan QSD`ê yên li Muhata Cafer topbaran dike.
Li Muhata Cafer ku beriya 3`yê saetan çeteyên DAIS`ê disa êrîşî şervanên QSD kiribûn, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû didin.
Muhata Cafer 28 Km li bakur-rojhilatê Dêrazorê dikeve.