Şehîdên Tebqayê hatin oxirkirin

TEBQA – Şêniyên bajarê Tebqayê û gundên wê cenazeyên 4 şervanên QSD‘ê yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, oxir kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê û gundên wê cenazeyên şervanên QSD‘ê Himeydî El-Salim (Himeydî Caber), Xalid Ilêwî (Ebû Elî), Elî El-Weys (Elî Reqa) û Ibrahîm El-Şerîf (Amûdê) ji deriyê ketina bendava Firatê ku ji Kobanê dihat, wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana şehîdan ve bi rê ketin.

TEBQA-MERASIME-4-SEHIDAN (2) TEBQA-MERASIME-4-SEHIDAN (3)

Li goristanê, merasîmek hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de, ji fermandarên QSD‘ê Omîd Gabar axivî û rizgarkirina bajarê Reqayê pîroz kir. Her wiha hêviya pêşketina Reqayê kir. Omîd Gabar got : “Rizgarkirina Reqa ji bi çek anî bi destekdayîna derve pêk hat, lê berê bi şerê zanistê ku bingeha xwe ji neteweya demokratîk digire, pêk hat.”

Gabar anî ziman ku wan soz daye ku piştî rizgarkirinê bajarê, ew ê Reqayê radestî şêniyên wê dikin û vê soza xwe bi cih tînin.

Di berdewama merasîmê de, Rêvebera Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa jî got: “Ew lehengên ku ji azadiya gelan xwe feda dikin. Em soza şopandina xeta wan didin.”

TEBQA-MERASIME-4-SEHIDAN (4) TEBQA-MERASIME-4-SEHIDAN (5)

Endamê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ehmed El-Silêman diyar kir ku şehîdan ji bo rizgarkirina xakê çek rakirin û fikirê biratî û jiyana hevbeş belav kirine. Ehmed El-Silêman got ku şehîdan soza dane gelê xwe û soza xwe pêk anîn.

Endamê Meclîsa Lihevanînê Şêx Hamid Ebdulrehman El-Ferec soza xwedîderketina li şehîdan da û got: “Bi hêza ciwanên xwe, em ê tariyê rakin li her deverê bexçeyên gulan çêbikin da ku bi azadî li ser xaka xwe jiyan bikin.”

Di dawiya merasîmê de, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …