Şervanan êrîşa rêjîmê û DAIŞ’ê şikandin

DÊRAZOR– Çeteyên DAIŞ’ê li Meheta Cefar êrîşî noqeteyên şervanên QSD’ê kirin. Di heman demê de hêzên rêjîmê jî noqteyên şervanan bi tangan topbaran kirin. Şervanan bersiva êrîşan dan û êrîş bi temamî şikandin.

Çeteyên DAIŞ’ê îro saet di 12:00’an de êrîşî noqtayên şervanên QSD’ê yên li Mehata Cafer kirin. Şervanan bersiv da êrîşa çeteyan û di navbera herdû aliyan de şer derket. Piştî saet û nîvek di ser êrîşa çeteyan re derbs bû, hêzên rêjîmê jî bi tangan heman noqteyên şervanan ên li Mehta Cefer topbaran kir. Şervanan ku berxwedaniyeke mezin nîşan da êrîşa çeteyan şikandin. Di encama şer de gelek çete hatin kuştin.

Piştî ku Artêşa Sûriyê di çarçoveya piştgiriya bi çeteyên DAIŞ’ê re noqeteyên şervanên QSD’ê bi tangan topbaran kirin, 5 şervanên Bager Cizîrê şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …