NAVENDA NÛÇEYAN– Li Dêra Zorê gundê Herika hat rizgarkirin, li gundê Agedatê şer bi hemû dijwariya xwe didome û çeteyên DAIŞ’ê derbeke giran xwarin.
Pêngava Bagera Cizîre bi hemû dijwariya xwe kete roja 52’yan û şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî pêş de diçin. Şervanên QSD’ê sihare çûbûn ser çeteyên DAIS’ê ya Gundê Herika ku 41 km dikeve bakurê rojhilatê Derazorê û di navbera çete u şervanan de şer u pêvçûnên giran derketibûn.
Di encama şer de 13 çete hat kuştin, hawaneke 21, hawaneke 82, hinek cepheneyên çeteyên DAIS’ê ketin destê şervanan.
Ji aliye din ve jî li Gundê Agedat ku 20 km dikeve başure rojhilat ê Dêrazorê şêrekî giran heye. Li gundê Agedat di pêvçunên îro de 25 çete hat kuştin, 11 cenazeyên çete tevî rext u silahên xwe ketin deste şervanên.