Cenazeya Şehîd Cûdî hat oxirkirin

EFRÎN– Şêniyên herêma Cindirêsê şervanê YPG`ê Luqan Şêx Heyder (Cûdî Zagros) spartin axê.EFR-CINDIRESE-MARASIMA-SEHID-CUDI-ZAGROS (3)

Di destpêka merasîmê de torena leşkerî hat lidarxistin û piştî wê endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cindirêsê Hesen Berko û Hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso axivîn.

Axavtivanan sersaxî ji malbata şehîd Cûdî re xwestin û roja cîhanî ya berxwedaniya Kobanê bibîranîn. Her wiha dan zanîn ku bi saya cangoriyan Kobanê rizgar bû Rojava gihîşte deskeftiyên mezin.

Her wiha hevjîna şehîd Cûdî di merasîma wî de axivî û got:ʺEz bi şehadeta Cûdî serbilindim û em soz didin riya wî bişopîninʺ.

Nasnameya şehîd Cûdî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştî ku merasîm bi dawî bû cenazeya şehîd Cûdî bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` hat veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …