Rêjîma Sûriyê û DAIŞ’ê li dijî QSD’ê lihev kirine

DÊRAZOR– Hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê li ser êrîşên li dijî noqeteyên QSD’ê lihev kirine.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Dêrazorê hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê lihev kirine. Hate gotin ku li gorî lihevkirina di navbera rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de  Artêşa Sûriyê were ji çeteyên DAIŞ’ê re vebike da ku êrîşî qadên şervanên QSD’ê bikin.

Hate zanîn ku çeteyên li beranberî tekoşîna şervanên QSD’ê gelek windahiyan didin, bi rêjîmê re itîfaq kirine da ku pêşiya binkeftinên xwe bigirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li hevkirina di navbera Rejîma Sûryê û Çeteyên DAİŞ de, wê rêjîmê rê ji çeteyên di navenda bajarê Dêrazorê de asê mane re veke da ku çek û cebilxane tê re derbas bikin û li dijî herêmên QSD’ê êrîşan pêk bînin.

Şervanên QSD’ê di 9’ê îlonê de bi armanca rizgarkirina rojhilatê bajarê Dêrazorê û hin herêmên kantona Cizîrê ku di bin dagirkeriya çeteyan de bûn dest bi Hemleya Bagera Cizîrê kir. Di çarçoveya Hemeleyê de şervanan bajarokê Siwer, Kargeha Konîko ya Xazê û mezintirîn zeviyên petrolê yên Sûriyê ku bi navê Umer tê naskirin ji çeteyan rizgar dikin. Duh jî şervanan 4 gund ji çeteyan rizgarkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …