Li bejahiya Dêrazora şerên giran rû didin

DÊRAZOR – Di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê, li Muhata Cefar a tirênê ya bejahiya Dêrazorê, şerên giran rû didin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizirê  ku ev 47 roj in  dewam dike de,  çeteyên DAIS’ê  li pir cihên hatine dorpêçkirin. Çete ji bo ku nefesek bistînin êrişî noqtayên QSD dikin.

Çeteyên DAIS’ê ev du roj in êrîşî noqtayên QSD`ê yên Muhata Cefar a tirênê dikin û êrîşên wan  ji aliyê şervanên QSD`ê ve têne şikandin.

Di van kêliyan de, careke din çeteyên  DAIŞ`ê êrîşe Muhata Cefar kirin. Li gorî agahiyên ku ji herêma Dêrazorê hatine girtin şerên giran li Muhata Cefar rû didin.

Derbarê encamên şer tu agahî nehatine bidestxistin.

Muhata Cefar a tirênê 28 Km li bakur-rojhilatê Dêrazorê dikeve.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …