Artêşa Tirk ciwanekî din li ser sînor êşkence kir

SERÊKANIYÊ – Artêşa Tirk a dagirker ciwanekî din bi awayekî hovane êşkence li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de  lê kir û ew avêt aliyê Rojava.SRK-KOSTINA-WELATIKI-LI-SER-SINORE-TURKA-169x300

Duh şêniyên gundên Serêkaniyê yên nêzî sînor, ciwanekî ku ji aliyê artêşa TIirk a dagirker ve bi awayekî hovane hatiye êşkencekirin li aliyê Rojava, dîtin.

Li gorî agahiyan ku hatine girtin, ciwanê ku nasnameya wî nehatiye naskirin, dema dixwast di aliyê sînorê Serêkaniyê yê kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve tê girtin û tê êşkencekirin. Piştî êşkenceyê, artêşa dagirker wî davêjin aliyê Rojava.

Şêniyan ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyên Serêkaniyê û li wir tê dermankirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku duh, artêşa Tirk a dagirker ciwanê bi navê Heyder El-Mexlûf ê ji Şamê bi awayekî hovane qetil kir û sê ciwanên din ên bi wî re, êşkence li wan kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …