Şandeya Jinan Bi Boneya Salvegera Sê Jinên Tekoşer Serdana YPJ’ê kirin

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta her sê jinên têkoşer Jiyan Tolhildan,Roj Xabûr û Barîn Botan şandeyek jin a ku di sala borî de beşdarî forma jin bibûn, serdana YPJ’ê kirin.

Îro şandeyeke jin a ku sala derbasbûyî beşdarî forma jin a li Qamişlo hatibû li darxistin, bibûn serdana YPJ’ê kirin. Di  forma jin a sala borî de li Qamişlo hate lidarxistin de şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan jî amade bûn.  Bi boneya bîranîna her sê jinên tekoşer Welîde Botî koordînasiyona Kongra Star a Bakur- Rojhilatê Sûriyê, Menal Mihemed Endama Têkilî û îtîfaqa hûndirîn a Kongra Star, Dr. Ebîr Hesef ji meclisa jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û endama Diplomasiya Kongre Star Rûken Ehmed û Rêvebera Meclisa Jinên Suryan a Rojava Îlham Mitlî serdana YPJ’ê kirin. Li ser navê YPJ’ê, Fermandara Giştî a YPJ’ê Rohilat Efrîn,Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemmed û Lena Hûsên pêşwaziya şandeyê kirin.

Soza Me Şopandeina Xeta Şehîdane

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî ji YPJ û malbatê jinên tekoşer re sersaxî xwest û wiha got: “Şehîd Jiyan Tolhildan, Roj û Barîn ne şehîdên me yên destpêkê ne. Bi hezaran jinên pêşeng ên wekî wan şehîd ketin, lê ya girînge ewe ku bi qasî xemgîniya me a li ser wan, em li pey doz û xeta wan bin. Dijminê me heta dawiyê dijminekî hov e, emê jî li hemberî vî dijminê  hov heta dawiyê tekoşîna xwe bilind  bikin û emê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.”

Her wiha Fermandara Giştî a YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku di şexsê tevahî şehîdan de soza xwe nû dikin û teqez kir ku wê  tola şehîdan hilînin. Rohilat Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Şoreşa Rojava 11 sal li pişt xwe hişt û derbasî saleke nû bû, wê ev sal jî bibê sala serkeftinê. Emê encax bi vî awayî bikaribin di şexsê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan xwedî li keda tevahî şehîdên xwe derbikevin.”

 

Navenda Ragihandina YPJ

   

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …