Di Encama Qezayekê De Şervanekî Me Şehîd Bû

Rêhevalê me, Mihemed Omer di dema perwerdeya leşkerî de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da.

Tevî ku hevrêyê me yê şehîd nû tevlî hêzên me bû jî, bi rihê rêhevaltiyê yê bilind, bi talîmat û dîsîplînê ve girêdayî û bi lez û bez di pêkanîna erkên xwe de dihate naskirin.

Em ji malabata şehîd Mihemed sersaxiyê dixwazin, di heman demê de ji bo temamkirina meşa şehîdan, heta pêkanîna xewn û armancên wan û avakirina welatek aram û ewle em biryardariya xwe tekez dikin.

 

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şer: Mihemed Omer

Nav û esil: Mihemed Feysel Omer

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Qamişlo / 2001

Cih û Dîroka Şehadetê: Girkê Legê – 27 Tîrmeh 2023

 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

28 Tîrmeh 2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …