Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Mil bi mil em xwe rêxistin bikin azadiya jinê misoger bikin

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Li ser komkujiya Şengalê ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat 9 sal derbas bûn. Çeteyên barbar ên DAIŞ’ê qir kirin, hêzên leşkerî yên PDK’ê gel bi tenê hiştin û reviyan, hêzên hegemon ên cîhanî jî bêdeng tamaşe kirin. Di 15’ê Tebaxa 2021’an de jî bi heman hişmendiya qirkirinê tevgera Talîban Afganîstan desteser kir. Di bin navê tifaqa aştiyê de Talîban hate ser desthilatê û bi erêkirin, piştgirî û hevkariya hêzên navneteweyî kiryarên dij mirovî pêk hatin.

Bi vê boneye di serî de jin û zarok em tevahî gelê xwe yê Êzidî û gelê Afgan yên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em van êrîşên hovane yên dijminên jin û jiyanê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em tevahî şehîdên qehreman ên ku bi çek û sînga xwe li hemberî van komkujiyan bûn mertal û canê xwe feda kirin, bi rûmeteke mezin bibîrtînin.

Li Afganistanê di bin navê dîn û baweriyê de bi hezaran jin ji tevahî qadên jiyanê hatin dûrxistin. Jinên aktîvîst, parlementer, rojnemevan, tendurustvan û parêzer bi awayekî hovane hatin qetil kirin. Bi dehan jinên çalakvan di zindanan de rastî destdirêjiyê hatin. Bi heman ferasetê li Şengalê mirovahiyê şahidî ji komkujiyeke herî hovane û xedar re kir. Di sedsala 21. de li ber çavê tevahî cîhanê bi awayekî zanebûn û bi hovîtiyeke mezin jin rastî qetilkirin, revandin û destdirêjiyê hatin. Di bazarên koletiyê de hatin firotin.

Ruxmê van tevahî kiryarên hovane û qirker, jinên Afgan û Êzîdî xwe mehkûmê jiyana koletiyê nekirin û dengê xwe gihandin tevahî cîhanê. Ji bo wê em vê berxwedana bi rûmet a jinên Afganî û Êzîdî silav dikin û soz didin tevahî jinên ku bûn qurbanê destdirêjiya mêrê desthiladar, emê tekoşîna azadiya jinê ji Rojava heya bi Şengal û Afganistanê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Em di wê zanebûnê de ne ku her çendî zeman û mekan ji hev cuda bin jî, lê bi heman feraseta zilamê hegemon êrîşeke mezin li dijî jinan pêktê. Di şexsê jinê de careke din hewldidin civak û mirovahiyê mehkûmê jiyaneke bê rûmet, bê çand û bê exlaq bikin. Heman hişmendiya ku li Şengal û Afganistanê qirkirina civakî pêk anî, îro li her derê li ser kare. Li herêmên me yên bakur-rojhilatê Sûrî hevrêyên me yên cengê yên ku bi salan li dijî DAIŞ’ê bi wêrekiyeke mezin şer kirin îro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedef girtin. Her wiha jinên Ereb ên ku bi şoreşa Rojava re beşdarî nava refên tekoşînê bûn û nûneriya jinên Ereb dikin, bi destê şaneyên razayî yên DAIŞ û dewleta Tirk tên qetil kirin. Li herêmên ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de mîna Efrîn, Til-Ebyad û Serêkaniyê rojane jin tên revandin, rastî tecawizê tên û bi awayek hovane tên qetil kirin. Her wiha li Silêmaniyê qetilkirina aktîvîsta jin Nagîhan Akarsel, li Rojhilatê Kurdistanê qetilkirina Jîna Emînî û li Awrûpa hedefgirtina pêşenga tevgera azadiya jin Evîn Goyî, li Afganistanê qetilkirina aktîvîsta jin Mursel Nebîzade bi heman feraset û polîtîkaya mêrê desthiladar a modernîteya kapîtalîst pêk hatin.

Ev qetlîamên jinan ên ku li deverên cuda yên cîhanê pêk tên, careke din nîşan dide ku hişmendiya mêrê desthildar a ku bi fermana hêzên hegemon a modernîteya kapîtalîst pêk tên, tola xwe ji jina serhildêr, zana û rêxistinkirî digre. Ji bo wê yekane rêya ku dikare pêşiya vê hişmendiya qirker bigre, xweparastin û rêxistinbûna hevbeş a tevahî jinên cîhanê ye. Yekane rêya xilasiya ji felaketa qirkirinê ya pergala modernîteya kapîtalîst, xurtkirina tekoşîna azadiyê ye.

Li ser vê bingehê em wek Yekîneyên Parastina Jin YPJ beşdarî kampanya tevgera azadiya jin KJK dibin û em dibêjin, “Li dijî êrîşên mêrê desthiladar, em li rex jinên Afganî û Şengalî ne”. Wek YPJ me li ser fikir û ramanên Rêber APO yên azadiya jinê xwe ji nûve avakir û hêza xwe ya parastinê pêşxist. Rêber APO rêya xilasiya ji koletiyê ji me re nîşanda. Bi beşdariya jinên Ereb, Asûrî, Tirkmen û Enternasyonal me dengê xwe gihande tevahî jinên cîhanê û vaye îro em parastina pergala netewa demokratîk dikin.

Ji bo wê çawa ku di komkujiya Şengalê de wek YPJ û gerîlayên YJA Star’ê me mil bi mil bi hev re jinên Êzîdî ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas kir û îro li ser vê bingehê li Şengalê jinan hêza xwe ya parastinê YJŞ avakir, her wiha di pêvajoya şerê Kobanê û Serêkaniyê jinên Afganî piştgiriya xwe ya bi YPJ’ê re nîşan dan, wê heman helwest û têkoşîna me ya hevpar dawî li pergala mêrê desthiladar bîne.

Li hemberî êrîşên ku li Şengalê bi destê çeteyên modernîteya kapîtalîst DAIŞ’ê, li Afganîstanê jî bi destê Tevgera Talîban pêkhatin û hê jî pêktên, em wek şervan û fermandarên YPJ careke din dibêjin; emê hertim li rex jinên Êzîdî û Afganî bin.

Wek Yekîneyên Parastina Jin YPJ emê bi awayekî şênber gavên di derbarê bilindkirina tekoşîna jin de pêş bixin. Li ser vê bingehê;

– Li hemberî feraseta zilamê desthiladar emê pergala xwe ya parastina cewherî, hem di warê bîrdoziya rizgariya jin de, hem jî di xeta parastina rewa de bilind bikin.

– Çawa ku me ezmûn û daneheva xwe ya şer û xweparastinê bi jinên Şengalî re parve kir, em amade ne ku heman tecrûbeyên xwe bi jinên Afganî re jî parve bikin.

– Ji bo avakirina pergaleke parastina jinan ya cîhanî weke YPJ em amade ne ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin.

Em dizanin ku têkoşîna mafdar û rewa ya jinên Şengal û Afganîstanê têkoşîna me bi xwe ye. Ji bo wê ruxmê her awayî zext, êrîş, qirkirin û destdirêjiyan, emê gav paşde navêjin û dijminên jin û jiyanê têk bibin. Ji bo wê li kur dibe bila bibe, wek jin emê hêza xwe ji hevdû bigrin. Emê di şexsê Mursel Nebîzade ya Afganî, Jîna Emînî ya Rojhilatî û Bêrîvan Êzîdî ya Şengalî tola tevahî jinan rakin û siberojeke azad diyarî jinan û mirovahiyê bikin.

 

Bijî berxwedaniya jinên Afgan û Şengalî

Bimre hişmendiya zilamê hegemon

Bijî Rêhevalê me jinan Rêber APO

Jin Jiyan Azadî

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

 02.08.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …