Li 3 eniyên Reqqayê şerên giran: 34 çete hatin kuştin

REQQA – Li rojhilat, rojava û başurê Reqqayê şer bi dijwarî didome. Li başurê bajar 34 çete hatin kuştin û doçkayek çeteyan a 23.5 mm hat îmhakirin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 15’an de ye.

Şevê din şervanên QSD’ê li milê rojava li taxên El Berîd û El-Qadisiyê tevî şer pêşdeçûna xwe domandin.

Li rojhilat jî şervanan piştî êrişa çeteyan a li ser taxa Betanî (El-Beyatra) şikandin, li taxê dest bi xebatên lêgerîne kirin. Xebata şervanan berdewam dike.

Şevê din şervanên QSD’ê ji milê başurê Reqqayê ve jî pêşde çûn. Li pira ku weke “Pira nû ya Reqqa” tê nasîn çeteyan êrîşî şervanan kir. Li derdora pir heta saetên sibehê şer bi dijwarî ajot.

Hat zanîn ku di şerê giran de 34 çete hatine kuştin û piraniya termê çeteyan ketiye bin kontrola şervanan. Di şerê li derdora pirê de her wiha şervanan 2 motosikletên bombebarkirî û doçkayek çeteyan a 23.5 mm jî îmha kirin.

Şerê li eniya başûr hîn jî cih bi cih berdewam dikin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …