Derar: Piştî Reqqayê, hêvî dikin ku Dêrezor jî were rizgarkirin

REQQA – Hevserokê Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Riyad Derar hêvî kir ku şervanên QSD`ê piştî Reqqayê rizgar bikin, Dêrezorê jî rizgar bikin.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di gera xwe ya gundewarên bakurê Reqqayê ji  me re axivî û got:ʺ Herêm ji nûve vejîn dibe. Em bi hêvî ne ku herêm were avakirin û hemû şêniyên herêmê vegerin warên xwe”.

Derar ji bo xebatên MSD`ê jî got ku ew dixwazin rêxistinkirina xwe ya li herêmê berfereh bikin û projeya xwe ya Sûriya Demokratîk bikin meriyetê.

Ji bo hemleya Reqqayê jî Derar wiha got:ʺ Hemle di riya xwe ya rast de didome. Ziyan naghîne sivîlan û hewl tê dayîn ku sivîl ji çeteyan werin rizgarkirin û piştre bajar ji çetayan were paqij kirin. Ji ber vê yekê tempoya hemlê ne leze û giran eʺ.

Derbare xebatên ku li herêma Reqqayê bikin Derar wiha got:ʺ Em ê hevdîtinê bi Meclîsa Sivîl a Reqqayê û QSD`ê re bikin. Em ê hewl bidin ku bi riya van hevdîtinan rewşa Reqqayê binasin û rêxistinkirina xwe ya li herêmê berfereh bikinʺ.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺPiştî ku QSD`ê Reqqayê rizgar bike em bi hêvî ne ku Dêrezorê jî rizgar bikinʺ.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …