Çavên wan li hêviya QSD‘ê bûn

 

REQQA – Di malekê de hatibûn dorpêçkirin û  çeteyên DAIŞ`ê hemû deriyên malê mayîn kiribûn, lê li benda şervanên QSD`ê bûn ku werin û wan rizgar bikin û hêviya wan pêk hat.REQA-CETEYA-EW-DORPECKIRIN-U-QSD-EW-XILASKIRIN (1)

Komek sivîl di malekê de li nêzî çarxeriya El-Cezra ya rojavayê Reqqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve asê mabûn. Çeteyên DAIŞ‘ê hemû deriyên malê mayîn kirin, yekê xwestibaya ji malê derkeve dibû hedefa çeteyan. Şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk duh çeteyên li wir têk bibirin û mayîn ku çeteyan çandibûn,  rakirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk sivîlên di wê malê de, ku piraniya wan jin û zarok bûn, rizgar kirin û ew şandin cihên bi ewle. Şopên westandin  li ser rûyên wan diyar bûn, rûdikên di çavên jinan de, lêvên zuhakirî yên zarokan ji tîna re bang dikir.

Sivîlan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê her tiştên wan talan û wêran kiribûn. Dema şervanên QSD‘ê derbas bûn, mayîn rakirin û ew li birin cihên ewle.REQA-CETEYA-EW-DORPECKIRIN-U-QSD-EW-XILASKIRIN (7)

Sivîlan destnîşan kirin ku çete dizabûn ew li benda şervanên QSD`ê bûn, ji ber vê yekê ji 6‘ê Hizêranê ve ango ji kêliya ku QSD`ê derbasî bajêr bû,  ew hatibûn dorpêçkiribûn.

Sivîlan her wiha anîn ziman ku çeteyan nan li ser wan qût kiribûn û hemû depoyên wan ên genim talan kirin û dest danîn ser zeviyên wan.

Sivîlan gotin ku çeteyên DAIŞ‘ê hemû malên kurdan  rûxandin û gotin ku ew li hêviya Hêzên Sûriyeye Demokratîk bûn ku wan ji zulma çeteyan xilas bikin.

 

REQA-CETEYA-EW-DORPECKIRIN-U-QSD-EW-XILASKIRIN (5) REQA-CETEYA-EW-DORPECKIRIN-U-QSD-EW-XILASKIRIN (4) REQA-CETEYA-EW-DORPECKIRIN-U-QSD-EW-XILASKIRIN (3) REQA-CETEYA-EW-DORPECKIRIN-U-QSD-EW-XILASKIRIN (2)

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …