KOMANDOS LI TEBQAYÊ DEWREYA XWE YA 9’MÎN DERÇÛN DIKE

Tebqa – Akademiya Hêzên Taybet li Tebqayê dewreya xwe ya 9’mîn a bi navê Şehîd Moro ku ji 105 şervanên ji cûrbecûr ciwanên herêmê pêk hat, piştî ku waneyên siyasî û perwerdeyên taybet di nav de hunerên şerkirin û tektîkên leşkerî 4 heyvan girtin derçûn kir.

Fermandarên ji Hêzên Sûriya Demokratîk, nûnerên rêveberiya sivîl û hejmarek ji xwediyan bi pabendbûna bi ji hev dûrketina civakî re beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi silava şehîdan û kêliyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştî wê fermandarê di Hêzên Sûriya Demokratîk de Ebo Omer El-Idlibî  axaftinek kir derçûn li şervanan pîroz kir û got: “Sekinandina li hember dagirkeriya Tirk û her aliyekî ku gefê li silametiya hemwelatiyan û aramî û ewlehiya herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe li ser milê Hêzên Taybet e”

Û li ser şervanan tekez kir ku divê tiştên di dewreya perwerdeyê de birine pêk bînin.

Piştî wê sonda leşkerî hat, piştre şervanan torana leşkerî pêşkêş kirin di nav de şerê kolanan, serdegirtina hucreyan, vegirtina kemînan, êrîş û rêbazên qonfilaşê.

Çekên navîn û sivik di derçûnê de hatin bikaranîn da ku wek şerê rastî xuya bike û ji bo tekezkirina li ser amadebûna şervanan.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …