Jİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE

Bi dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ve zext û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gelên herêmê berdewam in.

Li roja 28’ê Tebaxê li gundê Hoşanê yê girêdayî Eyn Îsa û her wiha li ser rêya M4 a navdewletî li hemberî yekineyeke Erka Xweparastin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşek topbaranê hat lidarxistin. Di encama vê êrîşê de 4 endamên Erka Xwe Parastin şehîd ketin.

Her wiha di heman rojê de 28’ê Tebaxê li herêma Dişişa a girêdayî Dêrazorê ji aliyên şaneyên veşartî ya DAIŞê êrîşek li ser navendên hêzên Erka Xwe Parastinê pêk hat. Di encama vê êrîşê de jî 4 leşkerên Erka Xwe Parastin şehîd ketin.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …