AXAFTINA BERDEVKÊ HEVPEYMANA NAVDEWLETÎ DI KONGREYA ÇAPEMENIYÊ DE BI HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK RE

Beriya şeş salan ji vê hefteyê, Hevpeymana navdewletî ji bo têkbirina DAIŞ’ê hat damezrandin.

Ji 10 îlona 2014’an, me 7.7 mîliyon mirov û 110.000 km2 erd ji hukmê DAIŞ a zordest rizgar kir.

Hêzên Hewayî yên Emerîkayê di 22 îlona 2014’an de yekemîn êrîşên xwe yên hewayî li Sûriyê pêk anîn.

Di wê demê de, rewş tarî xuya dikir, ji bo pir dewletan xuya dikir ku sekinandina rêxistina dewleta îslamî ne pêkan e.

Rastî wisa bû heya Hêzên Sûriya Demokratîk li Kobanî seferber bûn ji bo têkbirina DAIŞ li Kobanî di çileya 2015’an de.

Van şervanên leheng ji jin û mêrên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştgiriya hêzên Hewayî yên Hevpeyman û Hêzên Çalakiyên Taybet, ji cîhanê re îspat kirin ku têkbirina DAIŞ’ê pêkan e.

Hûn vê dîrokê baş dizanin lê divê cîhan qet ji bîr neke ku lehengê rastî li dijî DAIŞ’ê Hêzên Sûriya Demokratîk e.

Hêzên Sûriya Demokratîk ji Reqa heya Rimêlan, û ji Amûdê heya Bisêra bûn yek ji bo pêkanîna yek armancekê: perçiqandina DAIŞ’ê.

Û bi rastî DAIŞ perçiqandin.

DAIŞ zirar gihand malbat û hevalên te, û li cem hinek ji we birînên xuya û veşartî ji hovîtiya DAIŞ û rêjîma Esed û şerê wan li ser sivîlên bê guneh hene.

Ji bo gelek ji zarokên vê herêmê, tiştek ji bilî şer nas nekirin. Pir sêwî man, pir şehîd çebûn, pir hêstir hatin barandin.

Lê divê cîhan bizanibe jî ku niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerm in. Û zilm e eger em tenê li ser êş û azarên şeş salên derbasbûyî tenê terkîz bikin.

Hêvî heye, civak û mabat heta li hember aboriya felaket û belaya vayrosa Korona disa jî ji bo jiyaneke normal hewlan dikin.

Li ser navê fermandarê Hevpeymana leşkerî ya ji bo têkbirina DAIŞ’ê, dixwazim hûn bizanibin ku em li hember zarokên vê herêmê pabendin.

Rê bidin min ez li ser hin çalakiyên vê dawiyê bi kurtasî biaxivim:

Hevpeyman di bernameyên perwerdehî yên Hêzên Antî Teror de beşdar dibe, û wan hêzan serkirdeyên DAIŞ’ê di van çend mehên dawî de tune kirin.

Û em piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk ji ber ku zexta wê li ser DAIŞ’ê berdewam e.

Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlehî yên Iraqî re kar dikin ji bo xurtkirina ewlehiya sînor.

Veguhestina alîkariyên mirovahî…

Ji bo alîkariya xelkê ji pîşeyan re, DYE piştgirî dide fêrbûn û perwerdeya teknîkî û pîşeyî bi rêya “Projeya Încaz”. Derçûyên Reqa û Dêrezorê di pîşeyên wek necarî, temîrkirina tiştên elektronîk û hilberîna şir. Di Tîrmehê de, 1005 şagirt dercûn bûn ji wan 32% jin.

DYE bêtirî 31 miliyon dolar wek alîkariyên mirovî ji bo bersivdayîna ji COVID-19 re li Sûriyê pêşkêş kiriye û piştgiriyê dide peywendiya bi xeteriyan re, çavdêriya nexweşiyan, bernameyên av û avqirêjê, paqijî û xweparastina ji girtina nexweşî û kontrolkirina wê.

Hêzên Hevpeymanê pêdiviyên paqijî û tendirustiyê pêşkêşî cihên girtinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, her wiha îmdadan, parêzvanên Hêzên Sûriya Demokratîk perwerdeyên bêtir di aliyê avqirêj, rêbazên xweparastina ji vegirtina nexweşiyan û bikaranîna alavên parastinê de dibin.

Komên wek Dezgeha Netewên Yekbûyî ya karûbarên girêdayî mayînan bi perwerde û hişyarkirina bêtirî 3 miliyon Sûrî derbarê xeteriya teqemeniyên ji bermahiyên şer.

Ji sala 2012’an ve, dewletên Hevpeymanê di nav de DYE, Almaniya, Mîrnişîna Yekbûyî (Birîtaniyaya Mezin), Kiwêt û Keneda bi 43.3 miliyar dolar ji alîkariyên mirovî re bûne pişkdar.

Me pir tişt kirin lê hîn pir jî heye ku em bikin.

Spas ji hemiyan re li ser pirsên we yên di cih de. Ez dizanim ku gelekan ji we ji cihên pir dûr û di rêyên pir dijwar re hatin da ku amade bibin.

Wek rojnamevan hûn reşnivîsa yekemîn a dîrokê ne.

Çîrokên ku hûn dibêjin pir xurt in.

Di saya we de, cîhanê bal kişand ser gelên Bakurê û Rojhilata Sûriyê ku sekinîn û li hemberî DAIŞ’ê bi serkeftî şer kirin.

Ez kurê leşkerekî Emerîkîi me.

Li Almaniyayê ji dayîk bûm û li DYE, Koriyaya Başûr û Penemayê demeke kurt mezin bûm.

Min qet rojekê xeyal nekir ku ez berdevkê Hevpeymaneke Navdewletî bim ku ji 77 dewletan di nav de Almaniya, DYE, Koriyaya Başûr û Penema pêk tê.

Nûnertiya Hevpeymanê yek ji tecbrueyên herî zêde min sûd jê girt di jiyana minî pîşeyî de.

Te ez wek mêvanekî pêşwazî kirim ez heya dawiyê memnûnê te me.

Ev kongireya minî çapemenî ya dawî bû wek berdevkê leşkerî yê Hevpeymanê. Bedîlê min General Wayîn di balafirê de ye îro tê Hewlêrê û e zê wî teşwîq bikim ku nêzîk de sardana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Ez bi kurahî Mistefa Balî û Kîno Kibrêîl teqdîr dikim ku alîkariya min kirin ku ez alozî û astengiyên vê herêmê derbas bikim. bi rêya parvekirina tiwîtan me hevkariyek xurt li ser erka şerê li hember DAIŞ’ê çêkir.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …