Koçberên Tebqayê bi nexweşiyan re rû bi rûne

 BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê – REQQA – Ji ber xemsariya saziyên navdewletî erka xwepêk nayîn in, di nava koçberên kampa El-Tiwêhinye ya Tebqayê de nexweşiyên wekî mîkutok (Ciderî Elmai), Sorik û leşmaniya belav dibe.REQQA-TEBQA-KOVBEREN-NEXWES ‫(121504258)‬ ‫‬

Tevî ku gelek bang û hişyarî hatine kirin ku pêwîstiya koçberan bi alîkariyên lezîgn hene, jî lê saziyên navdewletî erka xwe pêk nayîn û alîkariyên pêwîst ji koçberan re pêşkêş nakin.

Di kampa El-Tiwêhiniye ya bakur-rojavayê Tebqayê derdora 5 hezar koçberên ku ji ber rêjîmê û hevkarên wê û ji ber kiryarên DAIŞ koçber bûne dimînin.

Ji ber ku saxiyên navdewletî yên bi alîkariya koçberan re têkildarî erka xwe ya mirovî pêk nayînin, di aliyê tenduristî de dinava koçberan de gelek nexweşî belav dibin.

Di nava koçberan de nexweşiyên wekî mîkutok, sorik, leşmanî û hin nexweşiyên din di nva koçberan de û bi taybet ên zarokên temenê wan di 3 salî û jê re  belav bûye.

Zarok her wiha bi zikêşî dikevin û vedrişin. Di heman demê de maeyek spî ji devê zarokan derdikeve ne hatiye zanîn çiye.REQQA-TEBQA-KOVBEREN-NEXWES ‫(121504259)‬ ‫‬

Di nava koçberan de her wiha nexweşiya leşmanî jî belav bû ye. Heta niha hejmara koçberê bi   nexweşiyê  ketine ne hatiye zanîn.

Tişta ku rewşê aloz  dike ew di kampê de cihên destavê nîne, ji ber vê koçber bi paçan cihê destavê çêdikin, bi taybet jin vê amadekariyê dikin. JI ber vê yekê mêşûmor di nava  kampê de belav bûye, her wiha di nava kampê de bîna genî derdikeve.

Rêveberiya Kampê nikare tiştekî bike, tenê li gorî derfetên xwe destwerdana lezgîn ji koçberan re pêşkêş dike. Ên rewşa wan giran be jî dewrî nexweşxane yan nî morga tenduristiyê ya Minbicê dikin.

 

REQQA-TEBQA-KOVBEREN-NEXWES ‫(121504257)‬ ‫‬ REQQA-TEBQA-KOVBEREN-NEXWES ‫(1)‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …