Dewleta Tirk nahêle cotkar zeviyên xwe biçinin

KAWA HEMO – NECBÎR OSMAN

DÊRIK – Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û destdirêjiyên xwe yên li ser sînorê herêma Beravê ya Dêrikê didomîne, Artêşa Tirk na hêle ku dersa (batoz) ku zeviyên nêzî sînor biçinin. Ji ber vê yekê xebatên çinînê dereng man, hin cotkaran jî bi ji tirsa ku desthilatdarên Tirkiyê agir berde zeviyan berî ku hilberîna çandiniyê bistewe, çinîn.DRK-DEWLETA-TIRK-IRISI-DERASA-DIKE ‫(108003845)‬ ‫‬

Roj bi roj asta binpêkirinên Tirkiyê ya li ser sînor zêde dibe, li herêma Beravê ya Dêrikê jî ev kiriyarên zêde dibe. Di demên dawî de cotkar û xwediyên alavên patozan jî dema ku xebatên çinîna hilberînan pêktînin, hedef digre. Ji ber van kiryarên Tirkiyê hin xwediyên patozan neçar bûn berê xwe dan herêmên din û yên li herêmê mane jî tenê bi rojê xebatên çinînê pêk tînin.

Têkildarî mijarê hin xwediyên patozan ên ji Kantona Kobanê hatine û li gundê Mezra ya herêma Beravê dixebitin ji ANHA`yê re axivîn. Yek ji xwediyên patozan Osman Behaedîn wiha got: ʺ Em her sal wek grûpa kar dihatin herêma Beravê, lê îsal ji nişkave em ji aliyê dewleta Tirkve bi guleyan hatin hedefgirtin. Em wek kedkaran  li rizqê xwe digerin, lê dema dewleta Tirk me bi guleyan hedef digre nahêle em li nav zeviyên nêzî sînor xebatên xwe bikin, wisa jî rizqê me qut dike.ʺSEFIQ

ʹTenê bi roj diçininʹ

Behaedîn her wiha got ku: ʺDema leşkerên Tirkiyê em hedefgirtin me bi dijwarî patozên xwe ji wan zeviyên herêmên sînor yên asê derxistin. Niha em ji sînor dûrketine, lê dema em bi şevê xebatên xwe dikin, leşkeên Tirkiyê dîsa me hedef digre, ji ber vê yekê em neçar kirin tenê di saetên rojê de kar bikin.ʺ

Tê zanîn xwediyên patozan bi şev û roj dixebitin da  xebatên çinînê de zûtirîn dem  bi dawî bikin û bên parastin, lê destwerdan û binpêkirinên dewleta Tirk xwediyên patozan neçar kirin ku tenê bi rojê bixebitin.

Gundên Beravê rastî bipêkirinên qirêj têOSMAN

Osman Behaedîn li ser berdewambûna destdirêjiyên artêşa Tirk li dijî şêniyên gundên beravê jî gazind kir û wiha got: ʺ Bila cîhan were û bi çavên xwe binpêkirin û kiryarên dagirkeriyê li hemberî gundên Beravê û bi taybet li Eyin Dîwarê, bibînin. Her ku mirov ji zeviyên xweve nêzîk bibe, yekser rastî guleyên dewleta Tirk tê.ʺ

Hilberîna çandiniyê hê tere tê çinîn

Cotkarê bi navê Şefîq Hacî Ebdulkerîm ê ji gundê Mezra diyar kir ku ji tirsa ku artêşa Tirk a dagirker agir berde berhemên çandiniyê, ew neçar bûn ku hilberîna xwe hê tere biçin in.

Heta nihya  hê pir zevî hene ku cotkar bikarin hiberînên xwe biçinin bi taybet li zeviyên gundê Eyin Dîwarê.

Hedefgirtina hêzên Tirkiyê a zarokên Rojava li ser sînor, ne tiştekî nûye. Artêşa Tirk a dagirker di navbera her demekê de şêniyên Rojava li ser herêmên sînorî hedef digre û pir hilberînên çandinyê jî şewitandin.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …