Kargeheke mayînan û miqdarek çek ketin destê şervanan

DÊRAZORÊ – Di encama operasyonên paqijkirina gundên  Şêx Hemed û El-Bedewî El-Casim de, kargeheke çêkirina mayînan û miqdarek cebilxane ketin destê şervanên QSD′ê.

Îro di saetên êvarê de şervanên QSD′ê di Pêngava Bagera Cizîre li de gundê Şêx Hamed ê dikeve bakur rojhilatê gundê Siwer hatibû rizgarkirin, dest bi operasyona paqijkirinê kirin.

Di encamê de 8 keleş û du hezar mermiyên wê, 3 bisfing û 35 roketên wê, yek BKC û 15 hezar fîşekên wê, 200 mermiyên doçkayê û hinek alavên leşkeri ketin destê şervanên QSD′ê.

duh bi şev jî çeteyên DAIŞ′ê êrîş biribûn ser noqteyeke şervanên QSD′ê ya li gundê El-Bedewî El-Cismî. Şervanan êrîş şikandin û piştre dest bi operasyonê paqijkirinê kirin.

Di encamê de hawaneke 120 û kargeheke çêkirina mayînan ketin destê şervanên QSD.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …