Bi rizgarkirina gundê Şêx Hamed rizgarkirina Reqayê pîroz kirin

 DÊRAZORÊ – Şervanên QSD’ê bi rizgarkirina gundê Şêx Hamed ê girêdayî Dêrazorê re, rizgarkirina Reqayê pîroz kirin.

Şêrvanên QSD′ê di Pêngava Bagera Cizîrê de pêşve diçin û serkeftinên mezin bi dest dixin.  Şervanan gundê Şêx Hamed ê dikeve bakur rojhilatê bajaroka Siwerê rizgar kirin û bi vê yekê rizgarkirina Reqayê pîroz kirin.

Di operasyona rizgarkirina gundê Şêx Hamed de, di navbera çeteyên DAIŞ′ê û şervanên QSD’ye de şer derket. Piştî 12 saetên şer, gund bi temamî hat rizgarkirin û 7 çetê hat kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …