Li Hesekê 7 têkoşerên azadiyê hatin veşartin

HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 7 şervanên YPG′ê ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne oxir kirin. HSK –MERASIMA-7-SEHID (4)

Bi sedan şêniyên bajarê Heseklê cenazeyên şervanên YPG′ê ″Ibrahîm Mehmûd (Dijwar), Fayiz Mihemed (Mêrxas), Fas Bitêran (Şervan Til Temir), Mihemed Kînko (Xebat Hesekê), Emar Wehbê (Cûdî), Wacid Meyûf (Birûsk Hesekê) û Salih Derwîş″ ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nesrîn Fehid axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku serkeftinên Rojava-Bakurê Sûriyê bi saya berxwedana şehîdan hatin bidestxistin.

Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî diyar kir ku cangoriyên azadiyê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe bedelên herî giran dane. Zekî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soza domandina têkoşînê da.

Her wiha Endama Kongreya Star Şêrîn Oso soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayîkan de hatin veşartin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …