Ji Kobanê heta Reqayê çîroka du şervanên cêwî  

REQA – Di şerê li hember çeteyên DAIŞ`ê de gelek çîrok û gelek qehremaniyên ku nehatin bihîstin hene. Çîroka herdu xwişkan a Stêrk û Roj ku cêwiyên hev in jî yek ji van çîrokan e. Çîroka jiyana herdu xwîşkan a ku li Kobanê dest pê dike, niha li Reqayê di eniya şerê li hember çeteyên DAIŞ`ê de berdewam e.REQA-BERSIVA-TOLHILDANA-KOBANE (2)

Şerê Reqayê di roja xwe ya 127. de bi peşveçûna Şervanên QSD`ê berdewam dike. Heta niha li çend taxên mayî yên Reqayê şerên dijwar rû didin. Ji aliyekî din ve jî, rizgarkirina sivîlan ji aliyê  tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD` dewam dike.

Di nava şer de ken ji rûye şervanên YPJ`ê kêm nabe. Gelek şervan ji bo ax, tola xwe û têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, tevlî nava refên YPJ`ê dibin.  Yek ji wan şervanan jî Neîme Alî û bi cêwiya xwera Menîfe Alî re tevlî YPJ`ê dibe.

Neîme û Menîfe li bajarê Kobanê ji dayîk dibin. Malbata Stêrk û Roj ji bo debara jiyanê û karkirinê, berê xwe didin Tirkiyê. Li Tirkiyê 4 salan dimînin. Di wê demê de berxwedana sedsalê ya Kobanê dest pê dike. Her du xwişk gelek hewl didin ku werin bajarê xwe (Kobanê) û tevlî şerê rizgarkirina bajêr bibin. Bi rizgarkirina bajarê Kobanê û vegera şêniyên wê, malbata Stêrk û Roj jî vedgerin. Stêrk û Roj ku xeyalên wan dîtina Kobanê û tevlîbûna nava YPJ`ê bû, bi vegera wan li ser axa we, xewn û xeyalên wan hatin bicihanîn û her du tevlî nava refên YPJ`ê dibin.REQA-BERSIVA-TOLHILDANA-KOBANE (1)

Dema tevlî YPJ`ê dibin yek navê xwe dike Stêrk û ya din jî dike Roj Kobanê.

Stêrk ku tevî cêwiya xwe niha di eniyên herî pêş ên Reqayê şerê çeteyên serdemê dike, armanca tevlîbûna xwe û cêwiya xwe nava YPJ`ê de wiha rave dike:”Ez û xwişka xwe bi hev re tevlî YPJ`ê bûn. Armanca me rizgarkirina axa me, tolhildana ji bo jinan û Kobanê ye. Em niha li eniyên Reqayê şer dikin û bi pêşve diçin. Em ê rizgarkirina Reqayê diyarî gelê xwe bikin û tola  Kobanê û hemû bajarên ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ`ê hatine xerabkirin, rabikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …