250 sivîlên Reqayê hatin rizgarkirin, 20 çeteyan xwe radestî QSD`ê kirin

 REQA – Di şerên giran ku heta niha li taxên navenda Reqayê dewam dikin de, 250 sivîlên din ji aliyê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê ve hatin rizgarkirin. 20 çeteyên DAIŞ`ê jî xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Li taxên navenda Reqa û tayebt li taxa Nehda û Berîd şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 250 sivîlên din ji her du taxên navborî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Ji aliyekî  din ve jî, 20 çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Şerên dijwar dewam dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …