Bagera Cizîrê: Şer didome, termê 2 çeteyan ket destê şervanan

DÊRAZOR– Li başûrê şirketa Cefir di navbera şervanên Bagera Cizîrê û çeteyên DAIŞ’ê de şer didome, li gundê Kobra jî termê 2 çeteyan tevî çekên wan ket destê şervanan.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê îlonê de hate destpêkirin, bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD’ê rojane pêşveçûnan bidest dixin. Şervanên baskê Mergeda di gundê Kobra ku duh hatibû rizgarkirin, opersyona paqijkirinê dan destpêkirin. Di encamê de termê 2 çeteyan tevî rextekî teqemenî, motorsklêtek, çekek B7 ket destê şervanan.

Li başûrê Şirketa Cefir jî di navbera şervanan û çeteyan de şer didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …