Ji bo bîranîna komkûjiya parîsê:

 

Di 9ê çileya 2013 an de sîxurên dewleta tirk a ku her carê bi şêwazekî ji şewazên xwe yê qirêj dixweze gavên azadiyê bi paşve bibe û vîna jinên berxwedêr yên ku azadiya gelan ji xwe re esas girtine bişkîne bi komplokî ku armanca wê jê têkoşîna azadiyê bibi bixin û rê li pêşiya serkeftinan bigire sê lehengên kurdistanê, Sakînê Cansiz sazkar û pêşenga tevgera jinên kurd, Fîdan Dogan pêşenga tevgera jinên kurd û kadroya dîplomasiyê ,L eyla Şaylemez yek ji kadroyên pêşengane tevgera ciwanan bi awakî hov qetilkirin,lê ew armanc bi berxwedaniya jinên aşîtî xwaz yên ku rêka van şehîdan dişopînin têk birin û serkeftinên mezin hatin û wê werin nîşandin.

Em wekî Nivîsgeha Tikîliyen Giştî ya Yekîniyên Parastina Jin vê komkûjiyê ku wek komkujiyek ji hemû jinên cîhanê re ye şermezar dikin , û em soza parastin û azadkirina her jineke ku dibin zordestiyê de jiyan dike didin. Bangawaziya me ji hemû jinên cîhanê re ewe ku dest bikin yek û li hember zihniyeta ku dixwaze jinê bindest bike û wê dûrî jiyana rast bixe bisekinin û tekoşîn xwe bilindtir bikin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …