YPG`ê bîlançoya 7 rojan eşkere kir:4 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku di 7 rojên dawî de 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê, Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺÊrişên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin ên li ser Bakûrê Suriyê bênavber berdewam dikin. Hêzên me di heman wextî de bersiva êrişên çeteyan didin û di encam de şerên dijwar diqewimin. Di şer û pevçûnên 7 rojên dawî qewimîn de 4 çete hatin kûştin û çeteyek jî birîndar bû. Her weha droneke çeteyan a bombebarkirî jî ji aliyê hêzên me ve hat xistin. Di şer û pevçûnan de şervanekî me jî bi qehremantî li ber xwe da û şehît ket.

Di dîroka 01.01.2018`an bi şev saet 00:00`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên giran êrişî Bircikê Silêman, Qitmê, Kefer Cennê, Baflon, Girê Birîndar, Girê Banî, Girê Baz, Girê Bedirxan, Girê Baxtiyar, Vîla Qadî, Merenaz, Eyn Deqnê, Girê Şehît Şîlan, Girê Bager û Girê Başûr ên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Girê Şehît Şîlan çeteyek hat kûştin û li eniya gundên Dêwa û Girê Îska çeteyek hat kûştin û yek jî birîndar bû.

Di dîroka 02.01.2018`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên sekvanî û çekê giran êrişî Basûfanê, Girê Bager, Baflon û Qestelê yên Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 03.01.2017`an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi çekên navîn û topên hawanê him ji aliyê Ezazê ve êrişî Hemamê û him jî êrişî Basûfanê, Girê Dêwa û Girê Bedirxan ên Kantona Efrînê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Ezazê çeteyek û li eniya Basûfanê jî çeteyek hat kûştin.

Dîsa di heman demî de leşkerên artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Gundê Zormixar kirin.

Di dîroka 04.01.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran û topên hawanê êrîşî Girê Baz, Girê Bager, Girê Qestelê û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Di encama topbarana çeteyan de şervanekî me jî bi qehremantî liberxwe da û şehît ket.

Di dîroka 05.01.2018`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran êrişê Eyn Deqnê, Girê Başûr, Girê Barîn, Girê Batman û Girê Botan yên kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman wextî de bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan.

Di dîroka 06.01.2018`an de droneke çeteyan a bombebarkirî dema ku li ser herêmên me keşfê dikir ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

Di dîroka 07.01.2018`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Vîla Qadî, Merenaz û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …