REQA – Şêniyên herêma EL-Kerama û gundewarên wê cenazeyê şervana QSD`ê Sewsen Abdullah a ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Sêvdar a herêma EL-Kerama oxir, kirin.
Şêniyên herêma EL-Kerama ji bo wergirtina cenazeyê şehîd Sewsen Abdullah (Zîlan) a ji pêkhateya Ereb ku di 7`ê çile de şehîd bibû li daketina El-Kerama kom bûn.
Karwanê şehîd ku ji sedan erebeyan pêk dihat bi wêneyên şehîdan û ala QSD`ê hatibûn xemilandin û ber bi Goristana Şehîd Sêvdar ve bi rêket.
Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir û di heman demê de şervanên YPJ`ê toraneke leşkerî lidar xistin. Paşê bi navê Meclîsa Jin a Bakurê Sûriyê Delal Derwîş axivî û sersaxî ji malbata şehîd Sewsen re xwest.
Delal li ser tevlîbûn û tekoşîna jinên Ereb di nava hemleyan de û sekna wan li hember êrîşên çeteyên DAIŞ`ê û têkoşîna wan ji bo avakirina civakeke demorkatîk, axivî.
Yek ji fermandarên YPJ`ê Ronas jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Sewsen re xwest û soza şopandina riya şehîdan ta rizgarkirina Bakurê Sûriyê û tolhildana şehîdan heta dawiyê da.
Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Sewsen bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li rex hevrêyên xwe hate definkirin.