Ji ber zulmê reviyan, bûn qurbaniya mayînan

REQQA –  Ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê reviyan, lê mayîneke ku çandibûn bi wan re teqiya û cenazeyên wan li erdê ne.

Çeteyên DAIŞ′ê piştî ku derbeyên giran li ser destê şervanên QSD′ê xwarin, tola xwe ji sivîlên ku hewl didin ji bajêr derkevin, hildidin. Di vê çarçoveyê de çeteyan şêniyên taxên rojhilat, rojava û başûr ên bajarê Reqqayê li navenda bajêr bi cih kirin, mal û hemû riyên ku mirov dikare têre xwe bigihîne noqteyên şervanên QSD′ê bombe kirine.

Hin welatiyên ku qebûl nekirin biçin navenda bajêr, çeteyan belgeyên wan ji wan stendin. Hin malbatan jî bi awayekî veşartî vegeriyan malên xwe û li benda şervanên QSD′ê bûn. 10 malbat ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin. Hin welatî jî bûn qurbaniya mayînên çeteyan.

Malbata Muhened Setûf (37) jî yek ji malbatên ku bûne qurbaniya mayînên çeteyan. Muhened zewicî ye û bavê 4 zarokane. Muhened tevî malbata xwe, dayîk, bav û kurê xalê xwe ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê ji herêma Helebîn a li taxa Diriye ya rojavayê bajarê Reqqayê, reviyan û berê xwe dan noqteyên şervanên QSD′ê. Lê li herêmê mayînek bi wan re teqiya, di encamê de hevjîna wî, zarokê wî yê 5 mehî û kurê xalê wî yê 19 salî hatin kuştin.

Muhened û Endamên malbata wî yên ku ji mirinê filitîn, nikarîbûn birîndarên xwe bigihînin noqteyên şervanan ji ber ku ew hedef digirtin. Ji ber vê cenazeyên xwe li erdê hiştin û xwe gihandin herêmên azad.

Muhened bang li hêzên QSD′ê kir ku bajarê Reqqayê di zûtirîn dem de rizgar bikin, da bikaribin cenazeyên xwe defin bikin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …