Li Şehbayê 13 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

ŞEHBA- Şervanên Artêşa Şoreşgeran li herêma Şehba erebeyek çeteyan a ku çete ji Ezazê  dibir bajarê Marie gulebaran kirin. Di encamê de 13 çete hatin kuştin.ŞEHIBA-KUŞTINA 13 ÇETEIA (2)

Çeteyên Tirkiyê şeva derbasbûyî gund û bajarên herêma Şehba ên rizgarkirî topbaran kirin. Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşan da  û derbeyên giran li çeteyan xistin.

Nûçegîhanên ê li herêmê  diyar kirin ku çeteyên Tirkiyê şeva derbasbûyî saet di 20:00’an de çeteyên dewleta Tirk ên li bajaroka Mari bi cih bûne, bajarokê Erfad (Tik rifat) topbaran kirin. Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva  êrîşên çeteyan dan. Li gorî çevkaniyê leşkerî di encama bersivdayînê de Artêşa Şoreşgeran erebeyeke çeteyan gulebaran kirin, di encamê de 13 çete hatin kuştin.ŞEHIBA-KUŞTINA 13 ÇETEIA (1)

Ji aliyekî din ve çeteyên li Ezazê bi cih bûne, gundên Til Mediq, Um Hoş û Herbal bi çekên giran hawanan topbaran kirin. Bi dehan topên hawanê li gundên navborî ketin. Ji ber topbaranê gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbû.

Topbaran hîn jî dewam dike. Ji ber topbarana li ser heêrmên Şehbayê yên rizgarkirî zarok û jin jî di nava de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …