Li Reqqayê rewşa dawî: Rêyeke istratejîk hat rizgarkirin,27 çete hatin kuştin

REQQA – Şervanên QSD ji duh êvarî de, li gelek deverên bajarê Reqqayê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û rêya istratejîk a naverasta bajar ji çeteyan rizgar kirin. Di encama şerê şeva din heta niha li Reqqayê 27 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqqayê di  roja 28`an de bê navber û bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Çeteyên DAIŞ`ê xwestin ku duh êvarî êrîşî taxa Hîşam Ebdilmelek a aliyê başurê Reqqayê bikin, şervanên QSD`ê  bi tevgera çeteyan hîsiyan û li ser bersivdayîna şervanan, şer heta destê vê sibehê dewam kir.

Di encama şer de, 12 çete hate kuştin û maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.  Di berxwedana li taxê de, çar şervanên QSD`ê şehîd ketin û 3 birîndar bûn.

Li taxa Reqqaya kevin jî, şerê ku ji duh êvarî de di navbera şervanan û çeteyan de derketibû, heya niha didome. Li vir jî 9 çete hatin kuştin.

Li aliyê rojava yê Reqqayê jî, li taxa El-Diriyê ber destê sibehê şer derket. Li vir jî 11 çete hatin kuştin û şervanan 3 balafirên keşfê yên çeteyan xistin xwarê. Yek jê kete destê şervanan. Di heman taxê de di encama berxwedanê de, şervanekî QSD`ê  şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûn.

Li naverasta bajarê Reqqayê jî, di encama şerên giran de ku ji duh şev û heta sibehê dewam kir, şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyan xistin û bi pêş ve çûn. Şervanan li naverasta bajar rêya istratejîk û mezin ku diçe Mizgefta Kevnar û bi navê “Rêya Seyf Eldewle”  tê naskirin, rizgar kirin. Di encama şerê dijwar ji duh êvar û heta niha li naverasta bajar 27 çete hatin kuştin.

Li başûr-rojhilatê Reqqayê jî, êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ji  aliyê şervanên QSD`ê ve hate şikandin. Li vir şervanan du erebe yek tevî doçka wê û maşîneyeke din a leşkerî ku 10 çete têde bûn, hatin îmhakirin. Di encamê de 10 çete jî hatin kuştin.

Li bakurê bajarokê Retlayê jî ber destê sibê şer derket. Li vir jî 3 çete hate kuştin, 1 cenaze, 2 qilêş û BKC kete destê şervana de.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …