‘Ihtîmel heye ku artêşa Tirk xazên jehrî bi kar aniye‘

EFRÎN – Rêveberê nexweşxaneya Avrîn Dr.Ciwan Mihemed bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ihtîmaleke mizin heye ku artêşa Tirk li dijî gundê Erendê  xaza kilor a jehrî bi kar aniye.

Dr. Ciwan Mihemed wiha diyar kir: “Nexweşxaneyê pêşwaziyê 6 birîndar ji gund Erendê yê navçeya Şiya kirt, ihtîmalek mezin heye ku bihna xaza klor a jehrî kişandine, ji ber ku bandora vê yekê çikandina bênhê, kuxuk, can dixure û rûndik dibarîne, xuya dike.

Ciwan Mihemed destnîşan kir ku rewşa du kesan giran e û niha di bin çavdêriyê de ne, sibe wê rewşa wan diyar bibe.

Mihemd her wiha anî ziman ku wan Desteya Neteweyên Yekbûbyî û Dadgeha Navdewletî agahdar kirine.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …