HESEKÊ – Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê bi dirûşmeyên ” Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd” 6 pakrewanên xwe oxir kirin.
Şervanên YPG‘ê Mehmûd El-Eswed (Hemze), Ednan El-Elî ( El-Nimir), Mehmûd Xilêf (Sîpan), Selah El-Yasîn ( Azad Hesekê), Necim Şehadê (Agirî) di 11‘ê Sibatê de û şervanê QSD‘ê Seed El-Zêdan (Waîl El-Dêr) di 12‘ê Sibatê de di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûn.
Gelê Hesekê cenazeyên şehîdên xwe ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergertin û bi kerwanekê ber bi Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi rêketin. Girseya gel di wê navberê de dirûşmeyên “Şehîd namirin û bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” beriz dikin. Girse li pakrwangehê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.
Li vir merasîmeke hate lidarxistin û bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ, YPG û Hêzên Erka Xweprastinê ve dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sultana Seyîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û banga xwedîderketina li şehîdan kir.
Bi merasîmê de her wiha bi navê hêzên leşkerî Birûsk Hesekê axivî. Hesekê di kesayeta her 6 şehîdan hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got, “Ev şehîd bûnê zarên hemû gelên, ji ber ku riya azadiya ji gel re ronî kir û temsîla biratiya gelan dike û li hemberî wehşiyeta DAIŞ‘ê û komên terorist rûpelên nû ji berxwedanê li dîrokê zêde kir.”
Birûsk Hesekê soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.
Her wiha bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fewaz El-Zewbai jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku bi saya ked û xwîna şehîdan ew bi armanî ji herêmê jiyan dikin.
El-Zewbai bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Efrînê û destnîşan ku şervanên QSD‘ê û bi destekdayîna gelê herêmê wê pîlanên dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hakin.
Malbatên şehîdan jî ji aliyê xwe ve diyar kirin şehadeta kurên wan ji bo wan cihê serferaziyê ye û soza şopandina xeta wan dan.
Girseya gel cenazeyên şehîdên xwe hilgirtin û bi dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Şehîd” spartin axê.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ