Şehîdgeha Qamişlo du lehengên xwe hembêz kirin

QAMIŞLO – Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên du şervanên Pêngava Bagera Cizîrê, bi merasîmekê li Şehîdgeha Delîl Sarûxan oxir kirin.QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA (4)

Şervana YPJ‘ê Xensa Yûsif (Sara Selîm)  14‘ê Sibatê û şervanên YPG‘ê Riyad Îbrahîm (Baran Qamişlo) 12‘ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.

Bi armanca oxirkirina her du şehîdan, şêniyên bajarê Qamişlo li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ya li taxa Enteriyê kom bû. Girseya gel piştî ku cenazeyên ku bi wêneyên wan, alên YPJ/YPJ û çîçekan hatibûn xemilandin wergirtin, bi kerwanekî erebeyan li gel dirûşemeyên dilsoziya bi şehîdan re ber bi Şehîdgeha Delîl Sarûxan ve kertin rê.

Li Şehîdgehê merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê dest pê kir, paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî, Hesen di kesayeta her du şehîdan de hemû cagoriyên azadiyê bi bîr anî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Hevseroka Desteya Darayî Remziya Mihemed axivî û got, “Bi rihê berxwedana şehîdan em berxwedana Efrînê ya ku pîlanên hêzên komploger têk birin silav dikin. Ev berxwedanî çavkaniya xwe ji ramanê Ocalan digire.”

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanan cenazeyên hevriyên xwe hilgirtin û bi dirûşmeyan spartin axê.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …