‘Idlib yan dawiya aloziyê ye, yan wê destpêkeke nû be’

EFRÎN– Endamê Fermandariya Artêşa Şoreşgeran Ebdulqadir El-Şerad diyar kir ku ji itîfaqa di navbera Îran, Rûsiya û Tiriyê diyar dibe li Idlib wê dawî li aloziya Sûriyê were ya wê destpêkirineke nû ji aloziyê re be. El-Şadir her wiha da zanîn ku hêzên rêjîma Sûriyê bi itîfaq gelek gundên Idlibê ji Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) wergirtine.

Li herêma Idlib ya Sûriyê gelek bûyer rûdidin, hêzên Rêjîmê ber bi Balafirgeha Ebû Dehûr a Leşkerî ve pêş ve diçin. Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Erdogan gefa êrîşan li Efrînê dixwe û herêmê topbaran dike.

El-Şerad di destpêka axaftina xwe de got ku rewşa gelê Idlibê rewşeke zor û zehmete û wiha dest pê kir: “Hemû kêmên çekdar li wir kom bûne. Hêzên rêjîmê, Heyet Tehrîr El-Şam, Tirkiyê û Rûsiya. Ev xalepirsan derdixe hole. Welatî têne koçberkirin û zehmetî li ser wan zêde bûye. Yê ji vê yekê jî ziyanê dibîne gelê herêmê ye.”

El-Şerad, da zanîn ku li Idlibê di navbera aliyan de ne şer, lê belê teslîmkirin tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Idlibê teslîmkirina herêmê di navbera aliyan de tê kirin. Ev yek tenê meseleyekê nîşan dide. Ya wê Idlib bibe riya dawîkirina aloziya Sûriyê, yan jî wê destpêkirineke nû li dijî rêjîma Sûriyê û Cebhet El-Nesra, her wiha hemû aliyên ku dixwazin aramiya herêmê binpê bikin, bike.”

El-Şerad di axaftina xwe de her wiha bal kişand ser têkiliya di navbera çeteyên Cebhet El-Nusra û rêjîma Sûriyê û wiha got: “Diyare ku têkilî di navbera rêjîma Sûriyê û çeteyên bi wan re di nava hevkariyê de heye. Kesê bi  navê Hisên El-Elî ku erka Serokatiya Buroya ALîkariyan a çeteyên Cebjet El-Nusera li herêma Çiyayê El-His a Idlibê niha, endamê rêjîmê ye û di nava pêxwazên rêjîmê yê bi nave Dîfa Wetenî de kar dikir. Wêneyên wî bi fermandarên rêjmê re jî hene. Ev isbatin têkiliya di navbera wan de nîşan dide.”

El-Şerad, derbarê êrîşa li ser herêmên sivîl a Efrînê jî ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlan topbaran dikin. Armanca wan ew e ku welatên sivîl bidin koçberkirin. Dewleta Tirk Arêtşa xwe li dijî Efrînê bikar tîne. Ew jî di riya kesekî ji dibistana Necmedîn Erbekan derketiye, pêk tê. Niha jî hevkarê Erdogane. Erdgoan derewan dike û dixwaze bi vê yekê bighêje armancên xwe yên dagirkirina herêmê. Armancên Erdogan ew e ku Sûriyê parçe bike û ji bo vê yekê pêk bîne, li ser nave Islamê tevdigere.”

Endamê Fermandariya Artêşa Şoreşgeran Ebdulqadir El-Şerad di dawiya axaftina xwe de j’ got ku ew wekî hêz di binê QSD’ê de amadene ku banga gelê Idlibê pêk bînin û wan ji siyasetên dijberî ku têne meşandin tevbigerin, bighêjin Idlib û wê ji çeteyan rizgar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêşeroja Idlib di bin destê şêniyên wê de ye.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …