KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker gundê Zormixarê yê rojavayî bajarê Kobanê bi awayekî dijwar topbaran dike.
Li gorî çavkaniyên ji YPG`ê, gundê Zormixarê yê li ber qeraxa çemê Firatê, ji saetên sibehê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.
Li gorî heman çavkaniyan, artêşa dagirker ji noqteyên xwe yên di axa Bakurê Kurdistanê de gundê navborî topbaran dike.
Heta niha derbarê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Gundê Zormixar 30 km li rojavayî bajarê Kobanê ye. Li beramberî gund bajarê Cerablûs ê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û li aliyê wê yê bakur jî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev çend rojin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê topbaran dikin. Ji aliyekî din ve jî Erdogan gefxwarinên dagirkirina Efrînê zêde kirine.