EFRÎN – Arêtşa Tirk a dagirker bi obus û katyoşyayê navçeyên Şera û Şêrawa topbaran dikin.
Çavkaniyan ragihandin, ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêma Ezazê 3 oburs avêtin gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera. Di topbaranê de ziyanên madî çêbûn.
Hate ragihandin ku artêşa dagirker ji keleha Semanê bi topên katyoşyayê derdora bajarokê Basûta yê navçeya Şêrawa topbaran dike.
Topbaran hîna didome.