EFRÎN – Ji Fermandarên HPC`ê ya Kantona Efrînê Dijwar Firat Merdî, da zanîn ku bi hezaran şervanên wan ji bo di eniyên pêş de parastina xaka xwe bikin amade ne.
Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û dijminahiya xwe ya li dijî Efrîn û herêmên Şehbayê zêde kirin, hemû şêniyên kantonê ji bo parasinê ketin nava seferberiyê. Ji aliyê xwe ve jî HPC`ê hêza xw li hemû kantonê zêde kir û komîteyên parastinê di nava komînan de bi rêxistin kirin.
Di vê çarçevê de fermadarekî HPC`ê yê kantona Efrînê Dijwar Ferat Merdê ji bo parastine tedbîrên ku wan girtine axivî.
Merdê di destpêka axavtina xwe de weke hêzên HPC`ê xwe çawa birêxistin kirine wiha vegot:ʺ Em weke Hêzên Parastina Civakî (HPC) li eniyên herêma Şehba û kantona Efrînê ciyê xwe di nava hêzên leşkerî de digrin.ʺ
Tevlîbûna nava HPC`ê zêde dibe
Di berdewamiya gotinên Merdî de hat gotin di vê pêvajoyê de bi dehan şêniyên herêmê tevlî HPC`ê dibin û dixwazin xaka xwe ji Tirkiyê û çeteyên wê biparêzin.
Merdî di nava gotinên xwe de anî ziman ku ji hemû pêkhateyên Efrînê ciyê xwe di nava HPC`ê de digrin û ev tişt got: ʺ Bi hezaran endamên HCP`ê amade ne ku herêma xwe biparêzin û li eniyên pêş di nava şer de ciyê xwe bigrin.ʺ
Fermandarê HPC`ê Dijwar Ferat Merdî wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺ Ez bang li hemû şêniyên herêma Efrînê dikim ku tevlî HPC`ê bibin û xaka xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêze.ʺ
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê