Hêzên Me Komek Nû Ji Çeteyên DAIŞê Û Malbatên Wan Radestî Iraqê Kirin

Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya pêngaveke nû de, 50 girtiyên ji çeteyên Daişê yên ji pêkhateya Iraqî, ku di salên şerê li dijî çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibûn girtin, radestî Iraqê kirin.

Her wiha 170 endamên malbatên Daişê yên li kampa Holê bi hemahengî li gel hikûmeta Bexda ve veguheztin aliyên Iraqî.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

04 Hezîran 2023

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …