Bîlançoya Meha Gulana 2023’An A Êrişên Dagirkeriya Tirk Û Û Operasyonên Li Dijî Şaneyên DAIŞ’ê

Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê, gelek binpêkirin li herêmên dagikirî yên Bakurê Sûriyê pêk anîn, ji wan, kuştin, revandina li beramberî fidîyeyan, li kêleka ku mal û milkên sivîlan jî dizîn. Her wiha darên berhemdar û bi taybet ên zeytûnan hatin jêkirin da ku êzingên wan li bazaran bifiroşin.  Her wekî pere li şêniyan sepandin, şantaj li wan kir û bi rêya kolandin giran û deverên kevinar, şûnwar û gencîneya wan dizîn. Her wiha piştî erdhejê lez da avakirina dagirgehan û bi taybet li herêma Efrîna dagirkirî û bi serperştiya istixbarata Tirk ku di bin navê komele û rêxistinên “xêrxwazî” yên veşartî de kar dike. Di nava zêdegavîyên tirkî de, ji erd û esman ve herêm hat topbarankirin û di encamê de hejmareke sivîl û leşker şehîd bûn û binesaziya herêmê jî ziyan dît.

 

Bîlançoya wan reftkar û binpêkirinên terorane bi vî rengî ye:

 

-Hejmara girtî û revandiyên yên meha gulanê tenê li herêma Efrînê: /25/ sivîl ji wan /4/ jin in.

 

Rewşên destdirêjiyê: Çeteyên dagirkeriya Tirk li herêma Efrîna dagîrker destdirêjî li /2/ zarokan kir.

Jêkirina daran û şewtandina daristanan: Çeteyên dagirkeriya Tirk di hema gulanê de, li herêma Efrîna dagîrkirî /2124/ darên zeytûn û hinaran jê kirin û /18000/ darên zeytûnan şewtandin, ev yek ji bilî darên li daristanan ku bi zanebûn hatin şewtandin.

Reftarên kolandin û qeşartina girên kevnar: Li herêma Efrîna dagîrkirî /6/ girên şûnwarî û goristaneke êzdiyan hatin kolandin û kanayek keviran hat sazkirin û bo Tirkiyê tê şandin.

Guhertina Demografîk: Bi fînanseya komeleyên girêdayî Ixwan El-Musilmîn û yên isitixbarata dewleta Tirk a dagirker, /4/ dagirgehên nûn li ser erdên xelkê Efrînê û kurdên koçberbûyî hatin avakirin. Li kêleka ku dagirkeriya Tirk mizgeftek li navenda bajarê Efrînê, li ser erdê kesekî ku bi darê zarê hatiye koçberkirin, ava kir. Her wiha kampeke nû li gundê “Muhemdiyê” li gundewarên bajaroka Cindirêsê hat avakirin.

 

-Hejmara êrişên bi topavêj û tankan: /32/ caran.

-Hejmara êrişên bi balafirên keşfê (Dron): /4/ car.

-Hejmara şehîdên leşkerî: /4/ şehîd.

-Hejmara şehîdên sivîl: /2/ şehîd.

-Hejmara birîndara: /9/ sivîl

-Hejmara leşkerên Hikûmeta Şamê yên jiyana xwe ji dest dayî: /4/ leşker.

-Hejmara topên hatine avêtin: /45/ topên topavêj, hawan, tank û mûşekan li deverên cihêreng ketin, piraniya wan li navçeya “Eyn Îsa”, gundewarên Efrîn ên dagirkirî û Tiltemirê.

 

Şehîd û Birîndar:

 

Li gundê “Tililbin” ê li bakur rojavayê navçeya “Tiltemirê” di encama topbarana dagirkeriya Tirk de sivîlekî bi nave “Mihemed Ebdilfetah Hesîno yê 38 salî” şehîd bû û /4/ sivîlên din di dema li erdê xwe yê çandiniyê dixebitîn birîndar bûn ew jî ev in: Xalis Hecî Huzeyfa /35 salî, Ebdulha Izedîn Ilêwî/27 salî, Ibrahîm Mihemed Kiraf/38 salî, Hafiz Mihemed Kiraf /27 salî.

 

Li gundê “Jidêdê” yê rojavayê bajaroka Eyn Îsayê, /5/ welatî ji ber parçeyên topên topavêjê ku çavkaniya wan baregehên dagirkeriya Tirk li bakurê rêya (M4) in, birîndar bûn. Ew jî ev in: Mihemed Fewaz El-Wegai/18 salî, birayê wê Mehmûd Fewaz El-Wegai/17 salî, Mihemed Salim Kemal /26 salî, Mihemed El-Belîx/30 salî, Mehmeûd El-Casim/35 salî. Li gundê “Qêrewan”ê yê başûrê “Tilhemîsê” balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk hêzên ewlekariya Kampa “Holê” ku malbatên çeteyên DAIŞê dihewîne, bomebaran kir û di encamê de /2/ şervan şehîd bûn ew jî: “Bender El-Mizeil û Ziyad Ibrahîm” in. Her wiha balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk li nêzî gundê “Hemdûn” yê li ser rêya (M4) li başûrê Kobanê, erebeyek bomebaran kir û di encamê de /2/ şervanên hêzên leşkerî yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk şehîd bûn, ew jî: “şehîd Cûdî Egîd û şehîd Fûad Mihemed Hemman”. Her wiha balafireke dagirkeriya Tirk nuqteyeke girêdayî Hêzên Hikûmeta Şamê li derdora gundê “Mecra û Siltanê” li gundewarên bakurê Minbicê bomebaran kir û di encamê de /4/ leşkerên Hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da. Li gundê “Xarûfiyê” yê li gundwarê başûrê bajarê Minbicê jî di encama bomeberankirina erebeyekê bi balafira dagirkeriya Tirk, sivîlê bi nave “Ebulwehab Hac Himêdî” şehîd bû.

 

Armanckirin û topbarana bajar û bajarokê ewle:

 

1-Topbarana li dijî navçeya “Şêrawa”:

Dagirkeriya Tirk gundê Bênê yê girêdayî navçeya “Şêrawayê” bi çekên doçka û topavêjan bi /6/ topan, topbaran kir. Her wiha gundê “Malkiyê” yê girêdayî navçeya Şerayê jî hat topbarankirin. Dagirkerî û çeteyên wê bi doçkayê gundê “Şewarxayê” yê li navçeya Şerayê jî kir armanc.

 

2-Topbarana li bajaroka Eyn Îsa û gundewarên wê:

Dagirkeriya Tirk bi /2/ caran bi çekên giran gundê “Seyda” yê li gundewarên navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û gundê “Mieleq” û rêya (M4) bi doçka û bombeavêjan kir armanc. Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bareghên xwe yên dagirker ên li kêleka rêya navdewletî (M4) ku /8/ KM li rojhilatê bajaroka “Eyn Îsayê” ne, derdora bajarok bo topavêjê topbaran kir. Di heman wextê de û di êrişeke din de, bi çekên giran Kampa Eyn Îsayê û gundê “Mieleq” kirin armanc. Topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gihaşt gundê “Jidêdê” yê bi /2/ Km li rojavayê Eyn Îsayê û Kampa Eyn Îsayê û di encamê de /5/ welatî birîndar bûn ew jî: Mihemed Fewaz El-Wegai/18 salî, birayê wê Mehmûd Fewaz El-Wegai/17 salî, Mihemed Salim Kemal /26 salî, Mihemed El-Belîx/30 salî, Mehmeûd El-Casim/35 salî. Ji ber parçeyên topên topavêjê ku çavkaniya wan baregehên dagirkeriya Tirk li bakurê rêya navdewletî (M4) birîndar bûn. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê topbarana xwe dubare kir û gundewarên Eyn Îsayê bi giştî kir armanc ku gundê “Hiwêca” yê li gundewarê Eyn Îsayê bi çekên giran, gundê “Seyda” yê li gundewarê Eyn Îsayê bi çekên giran, her wiha “Rawestgeha El-Nexîl” a li gundewarê Eyn Îsayê /2/ caran bi çekên giran topbaran kirin, ev jî bû sedem ku bi dehên hektarên zeviyên çandiniyê ji ceh û genim bişewitin û ji ber ku ji hêla baregehên dagirkeriya Tirk ên li gundê “Şergirakê” yê li tenişta rêya navdewletî (M4) ve dihat armanckirin, tîmên agirkujê mekarîn xwe bighînîn cihê şewatê. Her wiha /2/ carên din û bi çekên giran gundê “Mieleq” yê li gundwarê Eyn Îsayê, gundê “Dibis, Mişêrfa, Delûk, Zîban, Sefawiyê, Mella, Siwêdiyê, Jidêdê, Seramidê, Xazilî” û careke din gundê “Seyda” yê li rojhilatê Eyn Îsayê, bi çekên navên, hatin armanckirin.

 

3-Topbarana li Tiltemir û gundewarên wê:

 

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi topavêja giran gundê “Tililbin” ê li rojavayê Tiltemirê topbaran kir û di encamê de, welatiyek şehîd bû û /4/ welatiyên din jî di dema li nava zeviyên xwe dixebitîn birîndar bûn ew jîXalis Hecî Huzeyfa /35 salî, Ebdulha Izedîn Ilêwî/27 salî, Ibrahîm Mihemed Kiraf/38 salî, Hafiz Mihemed Kiraf /27 salî.

 

 

Êrişên bi balafirên bêmirov (Dron):

 

Hêzên dagirkeriya Tirk nuqteyeke hêzên leşkerî yên ewlekariya Kampa “Holê” ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê dihewîne, li gundê “Qêrewan”, li başûrê TilHemîsê bi balafireke bêmirov bombebaran kir û di encamê de /2/ şervanên parastina Kampa “Holê” şehîd bûn. Balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk erebeyek li gundê “Hemdûn” ê li ser rêya navdewletî (M4) li başûrê Kantona Kobanê bombebaran kir û di encamê de /2/ şervan şehîd bûn û ew jî “şehîd Cûdî Egîd û şehîd Fûad Mihemed Hemman” in. Her wiha balafireke bêmirov erebeyek sivîl li gundê “Xarûfiyê” yên li gundewarên başûrê bajarê Minbicê bombebaran kir û di encamê de welatiyê bi navê “Ebdulwehab Hac Himêdî” ku ji wî gundî ye, şehîd bû. Her wekî balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk nuqteyeke leşkerî ya Hêzên Hikûmeta Şamê li derdora gundê “Mecra û Sultanê” yê li gundewarê bakurê Minbicê bombebaran kir û di encamê /4/ leşkeran jiyana xwe ji dest da û hejmareke din jî birîndar bû.

 

 

Bîlançoya operasyona ewlekariyê yên li dijî şaneyên “DAIŞ”ê û sîxurên dagirkeriya Tirk di meha gulana 2023’an de.

 

Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk operasyonên xwe yên ewlekariyê li dijî rêxistina “DAIŞ”ê ya terorîst di meha gulana borî de zêde kirin, ji wan operasyonên ku Yeknîeyên Antî Terorê (YAT) bi koordîneya Hêzên Dijterorê yê Başûrê Kurdistanê (CTG) û bi beşdarî û piştgirya Hêzên Koalîsyona Navdewletî yên antî terorê, pêk anîne.

 

Di wan operasyonan de, bi dehên çeteyên terorîst ku plan dikirin êrişî hêzên me û sivîlan bikin û di bin navê “Zekatê” de pereyan li wan bisepînin, hatin girtin. Her wekî rêjeyeke mezin a çek, cebilxane, alavên leşkerî û yên pêwendîyê, ketin destê hêzên me. Her wiha derbeyên giran li bermahiyên şaneyên rêxistina “DAIŞ”ê” ya terorîst, bi rêya serdegirtina kozik û cihên wan, hatin xistin. Hêzên me hejmarek şebekeyên sîxurtiyê ku bi istixbarata dagirkeriya Tirk re dixebitîn ji ber hev xist û wan sîxuran di mikurhatinên xwe de eşkere kir ku ew bûne sedema şehadeta hejmareke şervanên me û sivîlan, di heman çarçoveyê de teqîn di hindirê saziyên Rêveberiya Xweser de bi rêya mayînan û li beramber bidestxistina pereyan, pêk anîne.

 

Bîlançoya operasyonên ewlekarî û leşkerî yên li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst careke din xeteriya tevgera terorîstan piştrast dike û amadekariyên êrişên terorane li dijî herêmê dike, nexasim di çarçoveya agahiyên piştrastkirî de ku DAIŞ hewl dide refên endamên xwe li gelek herêmên sûrî birêxistin bike û dest bi êrişên terorane bike.

 

Bîlançoya operasyonên ewlekariyê ku hêzên me di meha gulana 2023’an de pêk anîne, wiha ye:

 

-Hejmara operasyonan: /12/ operasyon, ji wan /4/ operasyon bi hevbeşiya Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Dijterora Başûrê Kurdistanê (CTG) ne.

 

-Hejmara terorîstên girtî: /21/ terorîst.

 

-Hejmara kuştiyên terorîstan: 1 terorsît.

 

Hûrgirliyên wan operasyonan bi vî rengî ne:

 

1-Di dîroka 1’ê gulanê de, yekîneyên taybet ên girêdayî hêzên me bi hevkarî û koordîneya bi Koalîsyona Navdewletî, li bajarê Holê yê li Rojhilatê Hesekê operasyonek ewlekariyê pêk anî. Di encamê de endamekî şaneyên rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst hat girin ku di derbaskirina çekdan ji hindirê Kampa Holê re çalak bû da ku bighîne şaneyan û çalakiyên kuştin û reşkujiyê pêk bînin. Her wiha di warê revandina endamên şaneyên DAIŞê ji hindirê Kampê re û gihandina wan ji herêmên din re çalak bû. Di dema operasyonê de, yekîneyên me yên taybet gumabarekî din ku bi endamê şaneyê re kar dikir, girt û alavên teknîkî yên bi wan re, piştî lêgerîna li mala wan, hatin desteserkirin.

 

2- Di dîroka 2ê gulanê de, yekîneyên taybet ên hêzên me bi hevkariya koalîsyonê li gundê “Bisêra” yê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de endamekî şaneyeke terorîst hat girtin. Piştî lêgerîna li mala wî, yekîneyên me hin alavên teknîkî û belgeyên karê wî di nava şaneyên terorîst de, hatin dîtin.

3- Di dîroka 9ê gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Dijterora Başûrê Kurdistanê (CTG) li bajaroka “Siwer” ê gundewarê bakurê Dêra Zorê, operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de, /2/ endamên rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst hatin girtin ku di warê çalakiyên kuştin û reşkujiyê li dijî hêzên leşkerî û rûspiyên herêmê û revandina endamên terorîst de kar dikirin. Her wiha yekîneyên me dest danîn ser rêjeyeke çek û cebilxane û alavên pêwendiyê yên bi terorîstan re.

4-Di dîroka 13 gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Dijterora Başûrê Kurdistanê (CTG) li bajaroka “Keramê” yê gundewarê bajarê “Reqayê” operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de endamekî terorîst hat girtin û yek jî hat kuştin. Vê şaneyê tevgera rêxistina terorîst di navbera Reqa û Hesekê de hêsan dikir û karê revandina malbatên “DAIŞ’ê” yên li Kampa Holê ber bi herêmên dagirkirî li Serê Kaniyê û Girê Spî dikir.

5- Di dîroka 14ê gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Dijterora Başûrê Kurdistanê (CTG), /2/ operasyonên ewlekariyê yên birêkûpêk li bajaroka “Keramê” yê Reqayê, pêk anîn. Di encamê de şaneyeke terorîst hat bêbandorkirin û /3/ terorîst jî hatin girtin. Vê şaneyê tevgera rêxistina terorîst di navbera Reqa û Hesekê de û karê revandina girtî û malbatên “DAIŞ’ê” yên li Kampa Holê ber bi herêmên dagirkirî ve li Serê Kaniyê û Girê Spî dikir.

6- Di dîroka 15 gulanê de, li bajaroka “Deşîşa” ya li gundewarê başûrê Hesekê, yekîneyên me yên taybet bi piştgiriya çavdêriya esmanî û bajeyî ya Koalîsyona Navdewletî, operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de yekîneyên me karîbûn şaneyeke rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst bê bandor bike û serçeteyekî şaneyeke terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞ’ê û gumanbarekî pê re bigirin. Her wiha yekîneyên me di dema lêgerîna li mala ku lê dima de, çek, alavên teknînkî û belgeyên ku girêdana wî bi rêxistina DAIŞ’ê re piştrast dikin, dîtin.

7- Di dîroka 21’ê gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li gundê “Tiwêmîn” yê girêdayî bajaroka “Şedadê” operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de /2/ çeteyên ku xwe ji bo pêkanîna êrişan li dijî hêzên me amade dikirin hatin girtin. Herdu çeteyên girtên nasnameya sûrî bi wan re bû.

8- Di dîroka 21’ê gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li bajarê Minbicê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de, şaneyeke terorîst a xeternak ku hewl dide mayînan li nuqteyên hêzên me biteqîne, hat bêbandorkirin. Her wiha di dema operasyonê de, /3/ terorîst hatin girtin.

9- Di dîroka 21’ê gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li bajaroka “Teyanê” ya li rojhilatê Dêra Zorê, operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de terorîstekî ku di warê fînansekirina DAIŞ’ê de û bi navê “Zekatê” pere kom dikirin, hat girtin.

10- Di dîroka 21’ê gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li gundê “Belqîs” ê Tilhemîsê, operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de /2/ terorîstên ku tevgera şaneyên DAIŞ’ê hêsan dikir, desteka lojistî bo wan peyda dikir û agahiyên istixbaratî bo rêxistina terorîst kom dikirin, hatin girtin.

11- Di dîroka 25’ê gulanê de, hêzên me operasyonek li dijî şebeyeke sîxurtiyê ya dagirkeriya Tirk pêk anî. Di encamê de hêzên me /2/ sîxurên ku istixbartên dagirkeriya Tirk bi armanca bidestxistina agahiyan li ser cihên hêzên leşkerî û ewlehî, saziyên Rêveberiya Xweser û destnîşankirin fermandarên hêzan, ew tevlî xwe kiribûn, hatin girtin. Van sîxuran li beramber van agahiyan pere wergirtin. Di dema lêpirsîna bi herdu çeteyên sîxur re, li xwe mikur hatin ku wan agahî, kordînatên navendên leşkerî yên meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk, li Tiltemir, Zirgan, Amûdê û Dirêbsiyê, didan dagirkeriya Tirk.

12- Di dîroka 26’ê gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Dijterora Başûrê Kurdistanê (CTG) û piştgiriya Koalîsyona Navdewletî, li gundê “Elbonîtel” yê li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê, operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de, endamekî rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst ku li ser peydakirina destekê bo DAIŞ’ê dixebitî û çek peyda dikirin û ew direvandin, hat girtin. Yekîneyên me her wiha hejmareke çek û alavên leşkerî yên pê re bûn, desteser kirin.

 

Bi bersivdayîna ji hemû êrişên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin armanc re, hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk piştrast dikin ku ew ji her demê bêtir amade ne  da ku rê li ber êrişên muhtemel bigirin û parastina herêmê û niştecihên wê bikin.

 

 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk.

 

04 Hezîranê 2023

 

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …